15 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2016
ANKARA
Texrîbata ku li Cizîr û Silopiyê ya navçeyên Şirnexê ne di wêneyan de li ber çavane û jiyan jî hêdî hêdî asayî dibe.
Li Cizîr û Silopiyê têkoşîna hêzên ewlekariyê dijî terorîstan didome. Deverên ku ji terorîstan tên paqijkirin ji bo ewlehiya gelê herêmê çalakiyên lêgerîn û rizgarkirinê tên lidarxistin.
Li van deveran miqdarek gelek çek, muhimat û teqemenî hatiye desteserkirin, her roj hejmarek gelek teqemenî tê îmhakirin û gelek xendek tên dagirtin.
Rayedar ji bo nîşandana rûyê rasteqîn yê PKKya rêxistina terorê, texrîbatên li xwendegeh û mizgeftan ku bi sedema êrîşan çêbûne dixine berçav.
Li Cizîr û Silopiyê nêzîkbûna bi taybet welatiyên zarok û yên bitemen ji polêsan ra di nav wêneyan da reng vedide.
Gelê navçeyê, bi dilgermî digel hêzên ewlekariyê diaxivin û ji wan ra dibine alîkar.