ANKARA
AK Partî di Hilbijartinên Giştî yên Parlementeriyê ya 7ê hezîrana 2015an da bû partiya yekemîn û bi vê serkeftinê di çar hilbijartinên giştî da jî bû partiya yekemîn.
AK Partî ji 14 tebaxa 2001ê heta niha beşdarî 4 hilbijartinên giştî bû. Ji xeynî hilbijartinên 2002, 2007, 2011 û ya îro, AK Partiyê hilbijartinên herêmî yên salên 2004, 2009 û 2014an û hilbijartinên serokomariyê ya 2014an jî qezenc kir.
AK Partî nêzî 12 sal û nîvekê ye tê îqtidarê.
- Serkeftinên hilbijartinê yên AK Partiyê
AK Partiyê di sala 2002yan da ji sedî 34,3 ray wergirt.
AK Partiyê di sala 2004an da ji sedî 41,67 ray sitend.
AK Partiyê di sala 2007an da ji sedî 46,6 ray wergirt.
AK Partiyê di sala 2009an da ji sedî 38.8 ray wergirt.
AK Partiyê di sala 2011an da ji sedî 49,83 ray sitend.
AK Partiyê di hilbijartinên serokomariyê da ji sedî 51,79 ray sitend.