09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Di êrîşên namerd ên ku rejima Esed a zalim û rêxistinên terorê li dar dixin de bi sedan sivîl can didin. Xwedê rehma xwe li Salih Mehmûd Leylayê ku duh di êrîşa namerd de hat kuştin bike."
Leylayê nûçegihanê Anadolu Agencyê (AA) yê Helebê di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya ku ji hêla DAEŞê ve hat lidarxistin de wefat kir û Akdogan jî der heqê kuştina wî da daxuyanî da.
Alîkarê Serokwezîr destnîşan kir ku ew pir li ber Leylayê ku di êrîşa bombeyî de hat kuştin ket û wiha pê de çû: "Di êrîşên namerd ên ku rejima Esed a zalim û rêxistinên terorê li dar dixin de bi sedan sivîl can didin. Xwedê rehma xwe li Salih Mehmûd Leylayê ku duh di êrîşa namerd de hat kuştin bike û sebrê bide malbata wî. Nûçegihanên Ajansa me ya Anadoluyê li çar aliyê dinyayê bi taybetî jî li herêmên ku qeyran lê hene li hemberî her talûkeyî disekinin û bi fedakarî wezifeya xwe dikin. Ez ji ber vê jî dibêjim serê xebatkarên Anadolu Agencyê jî sax be."