04 Sibat 2016•Rojanekirin: 05 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Îsmaîl Akkolê endamê DHKP/Cya rêxistina terorê û faîlê sûîqasta Sabanci bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 18mîn a Stenbolê ku li dozê dinihêre ve hat girtin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re ya Stenbolê di bin tewdîrên berfireh de Akkolê kiryarê sûîqasta Sabanci anîn Qesra Dadê ya Stenbolê ya ku li Çaglayanê ye û derxistin rûniştina navberê ya Dadgeha Cezayê Giran a 18mîn a Stenbolê.
Li dadgehê biryarên der heqê girtina Akkol de hatine dayîn pêş çavên wî hat xwendin û bi hinceta "keyfiyeta sûc, rewşa delîlan, ji darizandinê revîn, têrnekirina biryara tewdîra kontrola edlî" der heqê Akkol de biryara girtinê hat dayîn.