14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
ANKARA
S.G.yê endamê DHKP/Cê ku bi bultena sor lê digeriyan û failê bûyera li Ulukaleya gundê Tunceliyê ye ku di sala 1994an da 7 sivîl hatibûn kuştin li Îspanyayê hat qefaltin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê Serokatiya Daîreya Interpol-Europolê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Giştî ji bona qefaltina S.G.yê endamê DHKP/Cê xebat da destpêkirin.
S.G.yê li 191 welatî bi bultena sor lê digeriyan ji bona teslimî Tirkiyeyê bikin li Îspanyayê hat qefaltin.
Li gor agahiyan S.G. ji failên bûyera li Ulukaleya gundê Çemîşgezeka navçeya Tunceliyê ye ku di 9ê Îlona 1994an da 7 sivîl hatibûn kuştin. Li gor agahiyan S.G. di 20ê Mijdara 1994an da li daristana Kinzirê ya li Hozata Tunceliyê bi hêzên ewlehiyê ra ketiye pevçûnê û ji ber sûcê "hewldana ji bona jiholêrakirina pergala destûrê bingehîn" fîrar bû.