HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yawer diyar kir ku tekane rêya ji bo çûna pêşmergeyan a li Kobanêyê axa Tirkiyeyeyê ye.
Yawer daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Ne mimkune e ku em wext û saeta çûna pêşmergeyan bibêjin. Ji ber ku ev agahiyeke leşkerî ye. Ya ji bo me girîng ew e ku em ji bo rewşa niha ya Kobanêyê hewl didin. Em dê hêzên xwe di demek herî nêz de bişînin Kobanêyê."
Yawer got ku pêşmerge dê bi çekên bi xwe re derbasî Kobanêyê bibin. Yawer got piştî ku muamele temam bûn û şert û merc hatin guncavkirin yekîne dê ji ser Tirkiyeyê re derkeve rê.
Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Pêşmergeyan Helgûrt Hîkmet jî wiha axivî: "Em li bendê ne ku hêzên xwe yên çekdar di nav çend rojan de ji ser Tirkiyeyê re bişînin Kobanêyê. Hêzên me dê bi rêya bêjehiyê biçin û leşkerên ku dê biçin ji pêşmergeyên girêdayî wezaretê ne."