HEWLÊR
Nûnerê Hewlêrê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerib Hiso îdiayên dibêjin ku naxwazin yekîneyên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) bên Kobanêyê derewand û got ku "Haya PYDê jê heye ku dê AAS bê Kobanêyê. Jiwe bi AAsê re peymana me heye. Ji ber vê yekê tu pirsgirêk tune."
Hiso daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Em ev demek e ku bi AASê re hevkariya leşkerî dikin. Me bi wan re ji bo xeta hevpar a parastinê peymanek îmze kir. Niha ne tenê li Kobanêyê, li kantona Efrînê jî hevkariya me ya leşkerî heye. Em bi AASê re mil bi mil li hemû Rojavayê li dijî dijmin bi hev re şer dikin."
Hiso da zanîn ku digel AASê bi hin rêxistinên din ên li Sûriyeyê re jî hevkariya wan a leşkerî heye û wiha axivî: "Rêxistinên ku bi navê 'Agirpija Firadê' li Kobanêyê li ber xwe didin û Şoreşgerên Reqayê hene. Ev rêxistin bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên ku girêdayî me ne re li dijî DÎŞIyê bi awayekî qehremanî şer dikin. Digel ku serkeftinên mezin bi dest xistin jî gelek şehîd jî dan. Di vê mijarê de jixwe têkiliyên me gelekî baş in."
Hiso got ku em nizanin ka dê AAS çawa derbasî Kobanêyê be û axaftina xwe wiha berdewam kir: Gelek dijwar e ku ji ser Îdlîb û Hamayê bên. Em hêj nizanin ka dê çawa be. Lê belê haya PYDê ji van heye."
Hiso der barê rewşa dawîn a li Kobanêyê de jî agahî dan û da zanîn ku ji şeva din pê ve gelek pevçûnên mezin qewimîn, balafirên şer ên DYAyê bi arîkariya bombebarana ji hewayê gundê Til Şeîrê dîsa ji DÎŞIyê xilas kir.
Hiso destnîşan kir DÎŞIyê ji ber fehm kir ku nikare Kobanêyê bi dest bixe rêbaza xwe guherand û got ku rêxistin bi wesaytîên bombebarkirî dixwaze ku êrîşên xwekujiyê bike û bi vî awayê bajêr wêran bike. Hiso îdia kir ku di pevçûnên ku ji şeva din heta niha berdewam dikin de, cesedên sedan milîtanên rêxistinê li holê man.