TBMM
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinc destnîşan kir ku îdiayên ku dibêjin AAyê gotinên Serokwezîr yên "Heke li cihê rê tê çêkirin mizgeft hebe em ê wê jî hilweşînin û mizgeftê li dereke din ava bikin" sansûr kiriye, ne rast e.
Arinc pirsa parlementerê Stenbolê yê CHPê Sezgîn Tanrikulu bersivand û destnîşan kir ku eslê van idîayan tuneye. Arinc wiha got:
"Di metin û dimenên nûçeya AAyê weşandiye de tu kêmasi tuneye. Tenê ji ber limîtê li ser hesabê AAyê yê Twitterê nehatiye weşandin. Anadolu Agency agahiyên rast dide û peywira xwe bi baldarî tîne cih."