Yasin Dikme,Beşir Şavur
30 Tebax 2023•Rojanekirin: 08 Îlon 2023
Bi qanala sereke ya Mêrdîn-Ceylanpinarê ya 221 kîlometreyî va ya ava Çemê Feratê ji Bendava Ataturkê ji Şanliurfayê vediguhezîne Mêrdînê, erdê çandiniyê yê bi qasî 70 hezar yarîgehan mezin dê êdî were avdan.
Di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) da ya bi pêşengiya Wezareta Çandinî û Daristanê, bi xebatên ji hêla Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Avê yên Dewletê (DSÎ) hatin kirin va qanala sereke ya Mêrdîn-Ceylanpinarê ya 221 kîlometreyî, ava heyatê dide zeviyên li Şanliurfa û Mêrdînê.
Li ser qanala sereke ya ku derfeta çandiniya avî dide deverê, xebatên tesîsa depokirinê û yên şebekeyê didomin.
Midûrê Herêma 15em a DSÎyê Ali Naci Kosali ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, Bendava Ataturkê ya ku bendava herî mezin a Tirkiye û Ewropayê ye, ji bo avdan, ava vexwarinê û her wiha enerjiyê tê emilandin.
Kosali destnîşan kir, bi xêra qanala sereke ya Mêrdîn-Ceylanpinarê ya di çarçoveya Etaba 2yem a Ferata Jêr a GAPê da hat çêkirin va axa bi ber û bereket a li Şanliurfa û Mêrdînê tê avdan.
Kosali ragihand ku qanala sereke ya Mêrdîn-Ceylanpinarê di 4 merheleyan da hat avakirin û wiha pê da çû: "Qanala sereke ya Mêrdîn-Ceylanpinarê ya çêkirina wê nêzî 2 milyar lire girt di sala 2019an da hat vekirin. Qanala sereke ji başûr xeta sînorê Tirkiye-Sûriyeyê, ji rojhilat qada Avdana Çax Çax a Nisêbînê, ji rojava Çiyayên Tek Tekê û ji bakur jî qada ji Çemê Eyyub Nebî wê av bide. Ji bilî vê li Rihayê jî qismê di nav Herana Jor û Heranê da dimîne jî wê bi wesîleya qanala sereke ya Mêrdîn-Ceylanpinarê va bê avdan."
Di berdewamiya axaftina xwe da Kosali got ku li ser xeta sereke ya Mêrdîn-Ceylanpinarê xebatên di çarçoveya plana çalakiyê ya GAPê da didome û wiha pê da çû: "Qanala sereke ya Mêrdîn-Ceylanpinarê ya ku zeviyên bi ber û bereket ên Mêrdîn û Rihayê bi ava Bendava Ataturkê av dide bi dirêjahiya xwe ya 221 kîlometreyî va wekî çemekî ye."
Mehmet Şerîf Oterê Serokê Navenda Bazirganiya Dexl û Den a li Qiziltepe ya navçeya Mêrdînê ye jî diyar kir ku GAP ji bo herêmê lazime û bo welêt jî çavkaniya dewlemendiyê ye.