02 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
Heran di dema pêvajoya çareseriyê da ji aliyê tûrîzmê va geş bûbû û zarokan jî xercaniya xwe rêbertiya tûrîstan dikir, lê ji ber êrîşên terorê tûrîst nayên û zarok jî mexdûr bûn. "Zarokên rêber" ji bo ku xercaniya xwe ya dibistanê peyda bikin, pembû top dikin.
Heran bi malên xwe yên qube, bi mîmariya xwe va cihekî dîrokî ye. Zanîngeha Îslamê ya ewil li vê derê hatiye avakirin. Ulu Camiya li vê derê ji dewra Emewiyan maye. Heran bi pêvajoya çareseriyê ra ji aliyê tûrîzmê va geş bû, lê ji ber bûyerên terorê îsal bê deng derbas bû.
Li vê derê "zarokên rêber" metnên ingilîzî, îtalyanî û erebî ji ber kiribûn û bi van metnan ji tûrîstan ra rêberî dikirin û navçe didan nasîn. Lê ji ber terorê mexdûr bûn. Piştî bûyerên terorê ziyaretvanên navçeyê kêm bûn û "rêberên piçûk" ji ber vê xemgîn bûn.
Emrê zarokan navbera 8 û 15an da ne. Zarokan bi rêbertiya tûrîstan piştgirî didan debara malbata xwe û xercaniya xwe ya dibistanê derdixistin. Lê îsal ji ber ku bûyer derketin, tûrîst nehatin û zarokan jî berê da zeviyên pembû.
Çagla Yildiza 9 salî bi duçerxeya xwe va ji tûrîstan ra rêberî dikir. Yildizê got ku wan li navçeyê mazûvaniya gelek tûrîstan kir û pere qezenc kir.
Yildizê got ku ew hem dixebitîn, hem zimanên cuda hîn dibûn û wiha dewam kir: "Ez bi ingilîzî, almanî û erebî dikarim bi rehetî her tiştî ji tûrîstan ra bêjim. Hinekî jî îtalyanî dizanim. Li vê derê zarokên ji min mezintir 8 zimanan dizanin, lê êdî tûrîst nayên. Hevalên min hemûyan berê xwe dan pembû, lê ez hê li benda tûrîstan im. Ji ber ku kes nehat, min îsal xercaniya xwe ya dibistanê peyda nekir."
Musa Kizil jî got ku par pêrar gelek tûrîst dihatin navçeyê û wan perekî baş qezenc dikir û xercaniya xwe ya dibistanê peyda dikir, piştgirî dida malbata xwe jî.