Ahmet Kaplan
19 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2025
Hunermend Bayhan di Festîvala Rêya Çandî ya Diyarbekirê da ya ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê hat lidarxistin, konser da.
Bayhan di festîvala li Parqa Newrozê da derket ser dikê û bi hezkiriyên xwe ra hat cem hev.
Hunermend Bayhan bi stranên xwe yên "Tiryakinim (Ez Mubtelayî Te Me)", "Seninle Olmak Var Ya (Hevrabûna Te)", "Ah Îstanbul (Ax Stenbol)" û her wiha bi stranên xwe yên sivik va wextekî xweş bi beşdarên konserê da derbaskirin.
Bayhan di axaftina xwe da wiha got, "Festîvala Rêya Çandî îsal em bi we ra anîn cem hev. Ez pir serbilind im ku li Diyarbekirê me. Konsera min a yekem a gelî ye li Diyarbekirê. Gelek spas dikim."