Firdevs Bulut Kartal
16 Îlon 2026•Rojanekirin: 16 Îlon 2026
Balafira Bêmirov a Êrîşkar (TÎHA) Bayraktar AKINCI, di testa agirkirinê ya bi Fuzeya Parastina Asîmanî SUNGURê da, balafira bêmirov a bi leza bilind a di hedefê da bi îsabeta tam lê da.
Li gorî daxuyaniya Baykarê, Bayraktar AKINCI TÎHAya ku ji jêla şirketê, neteweyî û resen hat dahênandin, xurtkirina şiyanên xwe yên şerê hewayî berdewam dike. Di wê testê da ya ku di vê çarçoveyê da hat kirin, SUNGURa ku ji hêla ROKETSANê dahênandî, bi îsabeta tam li balafira di hedefê da xist.
AKINCIya ku di çarçoveya fealiyeta testê da ji Navenda Perwerde û Testê ya Firînê ya Çorluya Tekirdagê rabû, gihîşt qada testê ya li ser Behra Reş. Di testa ku li peravên Sînopê pêk hat da, balafira bêmirov a di hedefê da ya li hewa, bi cebilxaneya SUNGURê ya ku ji AKINCIyê hat avêtin bi îsabeta tam hat lêdan. Piştî ku test bi serkeftî bi dawî bû, AKINCIyê rêbaza plankirî şopand û vegeriya Çorluyê.
Baykar a ku ji destpêkê heta îro hemû projeyên xwe bi temamî bi çavkaniyên xwe dimeşîne, di sala 2025an da jî di beşa balafirên bêmirov da bû mezintirîn hinardekarê cihanê. Baykara ku di 3 salên dawî da di bazara dronên çekdar (SÎHA) a cihanê da pêşengiya xwe diparêze, bi hecma îxracatê ya 2,2 milyar dolarî ya ku di sala 2025an da bi dest xist, rekora xwe nû kir. Baykara ku di salên dawî da ji sedî 90ê dahatên xwe ji îxracatê bi dest dixe, bû lokomotîfa hinardekirina teknolojiya bilind a Tirkiyeyê.
Baykarê ji bo Bayraktar TB2 SÎHAyê bi 36 welatan ra, ji bo AKINCI TÎHAyê jî heta niha bi 16 welatan ra, bi giştî bi 39 welatan ra peymana îxracatê îmze kir.