BITLÎS
Li Bidlîsê berf û pûk pir zêde ye û ji ber vê yekê jî gelek şofêrên tiran di rê de asê man.
Li bajar ev du roj e ku berf dibare û di çûn û hatinê de gelek zehmetî çêdibin. Li navenda bajêr nêzî çokekê berf heye.
Di rêbeja Tetwan-Bidlîsê de li nêzî Rahvayê gelek şofêrên tiran niha di rê de mane.
Ji şofêran Okkeş Dombaloglû daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Em ji Îranê tên û ber bi Mêrsînê ve diçin. Lê ji ber ku berf heye em niha li Bidlîsê disekinin. Ji ber berf, sir û seqemê gelek hevalên me di rê de man. Wesaîtên wan terabe bûn. Li Xelatê jî hin hevalên me di rê de man e. Ev du roj in em li vê derê ne û em nizanin ku em ê çi bikin."