DIYARBAKIR
Dadgeha Cezayê ya Giran a 5emîn û 6emîn a Diyarbekirê li benda raya dozgerên komarê ye ku serlêdanên berdanê yên 4 parlementerên BDPyî û parlementerekî serbixwe binirxîne.
Dadgeha Bingehîn ji bo parlementerê CHPyê Mustafa Balbay biryarek da û Dadgeha Cezayê ya Giran a 13emîn a Îstanbûlê jî li ser vê biryarê Balbay serbest berdabû. Piştî vê biryarê parêzerên parlementeran ji bo serbestmayîna parlementerekî serbixwe û 4 parlementerên BDPê yên girtî serî li Dadgeha Cezayê ya Giran a 5emîn û 6emîn a Diyarbêkirê dabûn. Dosyayên Parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim û parlementerê serbixwe Kemal Aktaş ji aliyê dozgeriyê ve tê lêkolîn.
Dozgerên komarê ji bo ku der barê rewşa parlementerên girtî de rayên xwe amade bikin, li benda biryara bi hincet a Dadgeha Bingehîn sekinîne. Dadgeha Bingehîn der barê berdana Mustafa Balbay de hê biryara bi hincet nedaye.
Di vê navberê de du roj berê Dozgerê Komarê Hesen Ozçelîk piştî ku li ser dosyaya Îbrahîm Ayhanê BDPyî yê ku doza wî di Dadgeha Cezayê ya Giran a 5emîn a Diyarbekirê de tê dîtin lêkolîna kir nêrîna xwe eşkere kir û wiha got: "Ger ku li benda biryara bi hincet a Dadgeha Bingehîn a der barê berdana Mustafa Balbay de da bisekinin, eşkere ye ku dê bibe sebebê îhlalkirina heqê kesên girtî."