Doktorên sûriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe reviyan û xwe sipartin Reyhanliya navçeya Hatayê, li nexweşxaneya konteyner a ku xêrxwazan ava kir bi dilxwazî dixebitin û hewl didin ku ji birînên welatiyên xwe re bibin derman.
Xebatkarên li nexweşxaneya konteyner xizmetê didin sûriyeyiyên ku li Reyhanli û derûdora Reyhenliyê dijîn.
Midûrê nexweşxaneyê Ebû Omer daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi destûra Wezareta Tenduristiyê bi piştgiriya Weqfa Arîkariyê ya Mirovahiyê ya ÎHHyê, Komaleya Arîkariyê ya Sûriyeyê, Komaleya Xêrê ya Qatarê û hin xêrxwazan hat avakirin.
Omer da zanîn navend ji bo ku hewcedariyên sûriyeyiyan pêk bîne hat avakirin û wiha axivî:
"Li nexweşxaneya me 11 bijîşk û 10 xebatkarên tenduristiyê hene. Ji bo bijîşkên me tenê kirêya malê û hewcedariya xurekê tê dayîn. Ew fedekariyeke mezin dikin. Bijîşkên me li navenda ku ev 19 meh in vekiriye bêyî ku li benda tu tiştî bin nexweş û birîndaran derman dikin. Tirkiye ev çendîn sal in ku bêberdêl xizmetê dide me. Gelek normal e ku em jî bi dilxwazî xizmetê bidin welatiyên xwe."
Arîkarê Serbijîşk Dr. Ebû Merwenê ku ji Heleba bajarê Sûriyeyê reviya û hat Tirkiyeyê jî got ku di sala 1972yan de li Enqereyê fakulteya tibê qedand. Merwen qal kir piştî ku mezûn bû li Sûriyeyê xebitî û da zanîn ku beriya sê salan mecbûr ma ku xwe bispêre Reyhanliyê.
- Di salekê de 2 hezar û 225 emeliyat
Merwen qal kir ku li Reyhanliyê nekarî ku demekê xizmetê bide nexweşan û diyar kir ku dema bihîst ku dê nexweşxane bê vekirin biryar da ku bi dilxwazî bixebite.
Merwen bal kişand ku nexweşxaneyê gelê Sûriyeyê rehet kir û got ku di salekê de 2 hezar û 225 emeliyat kirin, 60 hezar nexweş mûayene kirin.
Merwen destnîşan kir ku navendê barê nexweşên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê sivik kir û wiha axivî: "Pirsgirêkên tenduristiyê yên gelek welatiyên me hene, her wiha em dikarin mudaxeleya ewil li nexweşên ku ji Sûriyeyê tînin bikin. Em birîndarên ku birînên wan giran in dişînin nexweşxaneyên pêşketîtir. Qezenca me ya herî mezin rizayê îlahî û diayên welatiyan e. Em spasiya her kesê ku di avakirina nexweşxaneyê de ked dan, dikin. Em ji Dewleta Komara Tirkiyeyê û gelê wê re ji ber tiştê ku ji bo me kirin, minetdar in."