Serdar Karaomerogluyê ku li Kuçukkoya gundê Rîzeyê dijî ji ber ku pismamê wî jê ra got tu nikarî li ser dara guzê xanî çêbikî kete rik û li ser dara guzê xaniyekî duqatî çêkir.
Karaomeroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku guz ji dara guzê ya ku li baxçeyê wî ye hatibûn birîn û darê ser baxçê girtîbû.
Karaomeroglu got dilê wî şewitiye û destê wî neçûye darê ku bibire ji bo vê şitlên li fêza 4 metreyan bi kurapê xwe yê Soner Karaomeroglu ra birîne. Karaomeroglu destnîşan kir ku di vê demê da hatiye bîra wî ku li ser darê xaniyekî çêbike û ev fikra xwe ji kurapê xwe ra gotiye.
Karaomeroglu got ku bi kurapê xwe ra ket nîqaşan û wî got ez ê çêbikim kurapê wî got tu nikarî çêbikî û wiha got: "Piştî nîqaşan Soner ji min ra got 'Heke tu dikarî malê çêke, ez ê jî banê wê çêbikim'."
Karaomeroglu diyar kir ku pêşiyê pîlanên xwe daniye û wiha pê da çû:
"Min li sîteya sanayiyê kelepçeyeke mezin a ku bavêjim dora darê da çêkirin, paşê jî min ew avête darê. Min li ser wê jî polê ji hesin ê ku firehiya wê 2,5 metreye da çêkirin. Li ser vê bingehê maleke duqatî ya ji daran çêkir. Ji ber ku em ketibûn rikê hev min qatê ewil çêkir û qatê dudan jî avête ser. Piştî qatê dudan temam kir min gazî pismamê xwe kir ku were banê wê çêbike. Ewî çênekir û ji ber vê çêkirina wê jî ji min ra ma. Ji bo ku ba li ser malê tesîr neke û zirarê nede malê min qatê yekê û banê malê bi halatên ji polayê va bi erdê va girê da."
Karaomeroglu diyar kir ku her qatekî xaniyê wî 10 qeremetre ye û xaniyê xwe yê duqatî di 3 mehan da çêkir û navê wê jî danî Qonaxa Darîn.
Karaomeroglu destnîşan kir ku di dawiya hefteyan da bi hevalên xwe yên kar ra tê vê derê û wiha axivî: "Min darûber ji dehlê tov kirin û ji ber vê yekê mesrefa min zêde çênebû. Li ser min 2 hezar û 500 lîreyî bû mal. Ji bo min bû jîngehek. Min ceyran jî kişande xanî. Di xanî da gelek hacetên ku bi ceyranê dixebitin hene, heta televizyona min jî heye."