ŞIRNAK
Li Hezexa Şirnexê Îbrahîm Denlî bi jina xwe neda bawerkirin ku dengê xwe da namzedê mixtarê serneketî û di encamê de bi demançeya xwe ve xwe kuşt.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin Îbrahîm Denliyê (49) ku li gundê Tekekoyê girêdayî Hezexê rûdinê li ser têkçûna namzedê mixtariyê yê ku xizmê jina wî bû ket nîqaşê. Denlî kir û nekir lê, jina xwe pê neda bawerkirin ku dengê xwe da namzedê xizmê wê û di dawiyê de bi demançeyê ve gule berda serê xwe.
Xizmên Denlî termê wî yê ku li cihê bûyerê bû birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Termê Denlî piştî lêkolîna dozgêr a li vir ji bo otopsiyê ji Saziya Tiba Edlî ya Diyarbekirê re hat şandin.