DIYARBAKIR
Welatiyek ji bo ku daxwaza wî bi cih neanîn bi keviran ve êrîşî avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kir û camên deriyê şaredariyê şikênand.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Îlyas Hunazê (21) ku wek xebatkarê taşeron dixebite ji bo ku bi rayedarek re hevdîtinê bike hat şaredariyê.
Daxwaza Hunaz nehat qabûlkirin û Hunaz jî bi vê hincetê ve kevir avête deriyê şaredariyê.
Li ser şikestina camên dêrî di navbera ekîbên zabiteyê û Hunaz de xirecir derket.
Hunazê ku di bûyerê de birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Ji aliyê din ve polês hatin cihê bûyerê, di navbera polêsan û xebakarên şaredariyê de demeke kurt muneqeşe derket.