AGRI
Li Agiriyê hin kes bi paletiya tirpanê debara xwe dikin û bi wî awayî nahêlin ku tirpankişandin ji holê rabe.
Li Agiriyê hin mêrg û zevî di nav çil û çiyan de dimînin ji ber vê yekê jî bi fîgaro û motorê ve nayên çinîn. Di cihên wiha de zevî û mêrg tenê bi tirpanê tên çinîn.
Li bajêr hewa zehf germ e lê belê dîsa jî pale 12 saetan di bin tavê de dixebitin. Paletiya tirpanê wek karekî herî zor ê cotkariyê tê zanîn û heke tirpan tune be mirov nikare ku cihên pal û hevraz biçine.
Beriya çinîna mêrg û zeviyan çiqas pale dixebitin rêza hemûyan tê kifşkirin. Pale li pey hev mil digrên û paleyê herî bilez dibe "honaz" û derbasî herî pêşiyê dibe. Kesê ku herî paşiyê dişine re jî dibêjin "poçik". Palê herê carê saetkî dixebitin û paşê jî bîna xwe didin û tirpanên xwe li ser dezgehan dikutin.
Li herêmê paletiya tirpanê qasî 3 mehan dewam dikê û pale di rojê de 12 saetan dixebitin. Yêwmiya palêkî di rojê de 60 lîre ye.
Ji paleyan Baykan Kiliç di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hem kevnesopiyekî didomînin hem jî debara xwe dikin.
Kiliç destnîşan kir ku piştî ku makîneyên çinînê derketin gelek kesan dev ji tirpanê berdan lê belê digel vê yekê ew hê jî dev ji tirpanê bernadin.
Evren Kiliç jî diyar kir ku di vê demsalê de karekê din tune û wiha got: "Em ceh, genim û giha diçinin û debara xwe dikin. Paletiya tirpanê herî zêde 3 mehan dewam dike. Piştî 3 mehan hin kes li vir dimînin û heywandariyê dikin, hin kes jî diçin bajarên mezin ên wek Stenbol, Enqere û Îzmîrê li wir dixebitn. Em bi vî awayî debara xwe dikin."