GAZÎANTEP
Li Gazîantebê zebzeyên ku ji bo zivistanê tên hişkkirin, di salên dawîn de ji bo malbatan bûye deriyê debarê.
Jinên malan û qîz zebzeyên wek îsot, xiyar û balîcana reş li mal, bexçe û zeviyan di ta re derbas dikin û hişk dikin. Berê taybetî ji bo zivistanê zebze dihatin hişkkirin, lê di salên dawîn de zebzeyên hişkkirî ji bo malbatan bûye deriyê debarê.
Ji bilî navwelêt, li derveyî welêt jî eleqeyeke mezin ji bo zebzeyên hişkkirî heye.
Îlyas Karabaşê ku bi vî karî re eleqedar dibe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku zebzeyên wek îsot, xiyar û balîcana reş li mal, bexçe û zeviyan di ta re derbas dikin û hişk dikin.
Karabaş diyar kir ku li Gazîanteb û herêmê ji berê de zebze tên hişkkirin û wiha got: "Zebzeyên ku berhev dikin di ta re derbas dikin û hişk dikin. Paşê jî em zebzeyên hişkkirî difiroşin."
Karabaş destnîşan kir ku zebzeyên ter di nav 10 rojan de hişk dibin û ji bo firotinê hazir dibin û got ku him li navwelêt û him jî li derveyî welêt eleqeyeke mezin nîşan didin.
- "Di çêkirina dermanan de tê emilandin"
Karabaş diyar kir ku zebzeyên hişkirî organîk in û ji bo tenduristiyê baş in û got ku taybetî jî îsota hişkkirî di çêkirina dermanan de tê emilandin.
Karabaş destnîşan kir ku li gor tavê dema hişkkirinê diguhere.