20 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2021
Wezareta Karên Navxweyî ragihand bi rêya qanîkirinê terorîstekî ji rêxistina terorê PKK/KCKyê revî, teslîmî hêzên ewlekariyê bû.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, endamê rêxistinê yê ku bi xebatên qanîkirinê yên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê teslîmî hêzên ewlekariyê bû di sala 2013yan da beşdarî rêxistinê bûye û herî dawî jî li Iraqê çalakî kiriye.
Bi vî awayî îsal hejmara terorîstên ku bi rêya qanîkirinê ji PKK/KCKyê revîn û teslîm bûn, derket 10an.