Bi saya mayinên ku 60 sal berê bi hinceta ewlehiyê li herêmê hatin bicihkirin, berhemên dîrokî û gihayên ku li herêmê şîn dibin û kêm tên dîtin, heta vê serdemê man.
Di çarçoveya "Projeya Amedekirna Herêma Jêrdest" a ku saziya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) û Zanîngeha Harranê bi hev du re birêvedibir de, axên bimayin hatin kifşkirin. Li 6 bajaran xebatên berfireh hatin kirin û li gor daneyên ku hatin bidestxistin 23 hezar û 347 hektar û 734 kîlometre areziyê herêmê bi mayin e.
Li herêmê ji bo derxistina mayinan xebat tên kirin, di vê navberê de hat dîtin ku berhemên dîrokî yên li herêmê zirar nedîtine û hin gihayên ku kêm dîtin û tenê li vê herêmê hêşîn dibin heta vê serdemê mane.
Serokê GAPê Sadrettin Karahocagil got ku em ê herêmê ji mayinan paqij bikin lê em li hêviya rawestina şerê Sûriyeyê ne û wiha axivî: "
"Me ji Şirnaxê heta Hatayê hemû ereziyên bimayin kifş kir. Me wêneyên wan kişand û li ser nexşeyan cihê wan diyar kir. Me li ser berhemên binirx û dîrokî yên herêmê lêkolîn kir. Me cihên ku lê maden, neft heye diyar kir. Me cihê ku lê çandinî tê kirin diyar kir. Ji ber ku li ser axa herêmê bi salan e çandinî nekirine, gihayên endemîk ên li herêmê şîn dibin jî mane. Herwiha axa organîk jî heye û gelek berhemên dîrokî heta vê serdemê hatine parastin."