Elif Orhan
20 Îlon 2019•Rojanekirin: 21 Îlon 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 4 malbatên ku 8 sal berê piştî bûyera ku tê da 8 kes birîndar bûn di navbera wan da neyartî destpê kir li hev anîn.
Li Erxaniyê neyartiya ku di sala 2011an da di navbera malbatên Gul û Karadumanê da destpê kir bi daxilbûna malbatên Kaplan û Kahraman piştî şerê çekdarî ya ku 8 kes birîndar bûn mezin bû.
Serokomar Erdogan ji bo ku malbatên di dema ziyareta Meletiyê da gihaştinê li hev bîne Parlementerê Yozgatê yê AK Partiyê Bekîr Bozdag û Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu peywirdar kirin.
Di encama hevdîtinên ku bi malbatan ra hatin kirin da 4 malbatî qebûl kirin ku li hev bên, li ser vê yekê di hêwaneke dawetê da bername hat lidarxistin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefona destan bi bernameya aştiyê ra axivî û got ku malbatên Gul, Karaduman, Kaplan û Kahraman pîroz dike.
Erdogan destnîşan kir ku dînê îslamê dînê aştiyê ye û wiha axivî: "Ez ji ber ku îro elhamdulîllah we aştiyeke wiha pêk anî we li ser navê xwe û gelê xwe ji dil pîroz dikim. Xwedê yar û alîkarê we be. Lewr çi heye di aştiyê da heye. Dîsa gelek hedîsên Pêxemberê me yê Ezîz ên der barê aştiyê da hene. Yek ji van "çavşikên" nebin 'bibin mizgînî' ye."
Erdogan qal kir wisa bawer dike ku malbatan vê pêvajoyê li pey xwe hişyin û wiha axivî:
"Wekî ku Rebbê me di Ayeta Kerîm da dibêje 'Mumîn encax bira ne'. Lewra divê di nav birayan da xeyidîn, dilmayînê çênebe. Niha hûn jî înşeallah dê ji niha pê va peywira vê biratiyê biratiya xwe di pêvajoya ji niha pê va da bi cî bînin û wekî ku Rebbê min xuliqandiye û emir dike bijîn. Hûn dê me jî kêfxweş bikin. Ez di vê roja înê ya pîroz da ji dil silavan ji we ra dişînim. Xwedê yar û alîkarê we be. Rebbê min mihebate di nav we de zêde û daîm bike."
Walî Hasan Basrî Guzeloglu jî qal kir ku her dem bi îlhama ku ji Serokomar Erdogan hildidin û hêza ku dane wan ra di xizmeta welatiyan da ne.
Parlementerê Yozgatê yê AK Partiyê Bekîr Bozdag jî got ku 3 xwîşkan berî 3 hefteyan li Meletiyê ji Serokomar Erdogan ra behsa neyartiyê kirin.
Bozdogan bi bîr xist ku pişt ra ji bo ku bi mijarê ra eleqedar bibe Serokomar Erdogan ew peywirdar kir û wî jî daxwaza Erdogan a ji bo lihevhatinê ragihand mezinên melbatê.
Endamên malbatê ji bin Qur'ana Pîroz ra derbas kirin û li hev anîn.
Parlementerên Diyarbekirê yê AK Partiyê Oya Eronat û Ebubekîr Bal, Serdogzerê Komarê yê Diyarbekirê Ahmet Yavuz, Serokbajarê Diyarbekirê yê AK Partiyê Suleyman Serdar Budak, Miftiryê Bajêr Yavuz Selîm Karabayir jî beşdarî bernameyê bûn.