ANKARA
Serokê Karê Diyanetê Mehmet Gormez der barê kêmkirina kontenjanên hecê de ku ji hêla Erebistana Siûd ve hat kirin got: "Me ji 74 hezar berendamên hecê re bi îmzaya min neme şandin. Me ev mesele bi wan re parve kir. Em piçek jî ji korbîniya welatê mazûvan ketine nav pirsgirêkan."
Gormez li Mizgefta Kocatepeyê piştî vekirina Pêşangeha 32yemîn ya Çand û Pirtûkan ya Tirkiyeyê ji rojnamegeran re axivî.
Gormez dest nîşan kir ku Erebistana Siûd kontenjanan ji sedî 20 kêm kiriye, sedema vê yekê jî ne ji me ye, ji ber ku li derdorê Kebeyê înşaat heye loma wisa bûye.
Gormez da zanîn ku bi daketina kontenjanan 14 hezar û 800 berendam dê îsal nikaribin biçin hecê, lê xwedê hez bike sala din dê biçin.
Gormez ragihand ku ew kesên ku îsal neçin dê sala din bêyî ku werin hilbijartin dê rasterast biçin û wiha pê deçû: "Heke yên ku nexwazin îsal biçin û sala din biçin ku bi xwe werin vê daxwaza xwe ji mere bibêjin, dê gelek baş be. Ez zêdetir jî ji berendamên me yên ciwan hêvî dikim ku fedakariyê bikin. Na heke wisa nebe wê çaxê yên ku dê îsal neçin ji nava 74 hezar kesî dîsa bi rêya hilbijartinê dê werin hilbijartin."
Gormez wiha got: "Meseleyeke ku me dixe tengasiyê heye. Me gotibû ew kesên ku 7 sal serî lê didin û ketine sala 8an dê rasterast biçin. Ev gotina me dîsa derbasdar e. Em ê sala din dîsa hilbijartinê çênekin. Îcar îsal ev 14 hezar û 800 kesê ku îsal dê neçin jî dê bikevine ser vê û sala pêşiya me dê tengasî derkeve. Dibe ku ji ew kesên ku 7 sal serî lêdane sala din qismekî wan neçin. Wisa dixuyê ku tiştek kêm 5-10 hezar kes dê neçin. Em ê wan jî di sala 2015an de bibin. Ji ber vê jî îsal, sala din belkî 2015 jî hilbijartin çênebe. Tenê ew kesên ku 7 sal in li ser hev serî lê didin û tevî 14 hezar û 800 kesên ku dê îsal neçin, bêyî ku qure bê kişandin dê biçin."