ÎZMIR
Li ser bûyerên Parka Geziyê di serî de Îzmir li 4 bajaran operasyon hatin li dar xistin. Bi îdiaya ku zirar dane bînayên dewletê û kargehan, gel proveke kirine û bûne endamê rêxistina terorê ji 15 kesên ku derketibûn dadgehê 11 kes hatin girtin.
Li gor agahiyan ji 15 kesên derketin li pêş dadgehê 2 kes ji hêla dozger ve serbest hatin berdan. Ji 13 kesên ku derketin li pêş hakim jî 11 kes hatin girtin û 2 kes jî ji bo bêgirtin werin darizandin serbest hatin berdan.
Tîmên Miduriyeta Şaxa Tekoşîna li Hember Terorê ya Ewlehiya Îzmirê li ser bûyerên Parka Geziyê dest bi xebatan kiribû. Tîman dîmenên kamerayan temaşe kiribûn û nasnameya hin kesan diyar kiribûn. Li ser 16 navnîşanan de girtibûn û li Îzmir, Balikesîr, Manîsa û Bursayê 15 kes binçav kiribûn.
Demek berê li Îzmirê 3 operasyon hatibûn li dar xistin û 42 kes hatibûn binçav kirin. Ji wan 37 kes hatibûn girtin.