17 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
VAN
Biryara bihincet a doza Tevfik Bayramê xwediyê Bayram Otêla ku 15 sal cezayê hepsê ji ber erdheja 4 sal berê li Wanê qewimî û tê de 24 kes mirin hat dayîn, eşkere bû.
Di 9ê mijdara 2011yî de li Wanê erdhejeka bi lerza 5,6 qewimî û Bayram Otêl hilweşiya û 24 kesên tê de jî can dan. Ji ber vê yekê jî li xwediyê wê Tevfîk Bayram doz hat vekirin û 15 sal û 6 meh û 20 roj cezayê hepsê lê hat birîn û biryara bihincet a dozê jî hat eşkerekirin.
Ji bersûc Tevfîk Bayram re di darizandina ewil de 11 sal û 40 roj ceza hatibû dayîn lê Dadgeha Bilind bi hinceta "cêza kêm hatiye dayîn" xwest ku doz ji nû ve bê kirin. Dadgeha Cezayê ya Giran a 2yemîn a Wanê bersûc Bayram ji nû ve darizand û 15 sal û 6 meh û 20 roj ceza lê birî û biryara bi hincet jî teze eşkere kir.
Dadgehê ragihand ku li gor rapora pisporên ji Zanîngeha Teknîkê ya Behra Reş amade kirin avahiya 7 qatî li gor plana xwe divê herî zêde 6 qat bûya lê ev yek hatiye binpêkirin.