Abdullah Tel
31 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 01 Mijdar 2020
Ji ber erdheja li peravên Îzmirê çêbû da hin avahî hilweşiyan û Buse Hasyilmaz a ku di bin enqaza avahiyekê da mabû jî hat xilaskirin.
Keçika ciwan a dema di bin enqazê da bû bi Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirlî ra ji ser têlefonê axivî û ekîbên xilaskirinê jî bi roniya lazerê va demildest enqaza li kuçeya 283emîn kontrol kirin û encameke xêrê bi dest xistin.
Buse Hasyilmaza ku bi qasî 9 saet û nîvan di bin enqazê da mabû hat xilaskirin û bi ambulansê şandin nexweşxaneyê.