31 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 01 Mijdar 2020
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku terorîstê PKKyî yê di "kategoriya gewr" a "Lîsteya Kesên Ji Ber Terorê Li Wan Digerin" da cî digirt bi rêya qanîkirinê teslîm bû.
Li gor daxuyaniya wezaretê bi saya xebata hevkar a qanîkirinê ku fermandariyên Hekarî û Mêrdînê birin serî va terorîstê di sala 2012an da tevlî rêxistinê bûbû û di kategoriya gewr a Lîsteya Kesên Ji Ber Terorê Li Wan Digerin da cî digirt, teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
Ji serê salê vir va hejmara terorîstên bi rêya qanîkirinê teslîm bûn gihîşt 186an.