MANİSA
Onbaşiyê pispor ê ji Salihliyê Ozgur Yatakdereyê ku li Daxlicaya herêma Hekariyê di êrîşa bêbext a endamên PKKya rêxistina terorê da cangorî ket bû cangoriyê 39an ê navçeyê.
Serokê Komeleya Malbatên Şehîdan ê Salihliyê Abdullah Varol di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanan da diyar kir ku ji meha tîrmehê vir da yekê wan polês 2yên wan leşker bi tevahî 3 cangorî dan.
Varol destnîşan kir ku ji ber bûyerên terorê yên ku zêde bûn agir kete çar aliyên welêt û wiha got: "Di êrîşa bêbext a Daxlicayê da Salihliyê dîsa cangoriyek da. Onbaşiyê pispor Ozgur Yatakdere bû cangoriyê 39an ê navçeya me."
Wek mayîn beriya merasima leşkerî ya cinazeyê Yatakdereyê cangorî li her aliyên navçeyê alayên Tirkiyeyê hatin dardakirin.