TUNCELİ
Li rêbeja Tuncelî-Erzîncanê endamên rêxistina terorê ku rê birîn polêsek giran birîndar kirin, polêsê birindar li nexweşxaneyê cangorî bû.
Li gorî agahiyen ku nûçegihanê AAye girt, polêsê ku bi wesayîta xwe ya taybet jî Erzîncanê diçû Tûnceliyê, li nêzî Zaggeya rêbeja Tuncelî-Erzîncanê rastî endamên rêxistina terorê yen ku rê birîbûn hat. Polês li ser banga bisekine nesekinî, li ser vê terorîstan bî çekên lûledirêj gule bera wesayîtê dan.
Polêsê ku di êrîşê de giran birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliye digel hemû mudexeleyan cangorî bû.
Hat ragihandin ku di êrîşê de keça polês jî li bal bû û tîştek pê nehat.
Piştî êrîşê li herêmê oprasyon hat dest pekîrîn.