TAÎZ
Hat ragihandin ku li Taîza bajaroka Yêmenê di êrîşên hûsiyan da 4 kes mirin, 16 kes jî birîndar ketin.
Hûsiyên ku li dijî hêzên Berxwedana Gel şer dikin li Kolana 26ê Îlonê û li taxên Kelaba û Rawdayê bi top û balafirşikênan êrîş dike.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin sitandin, ji do hetanî îro di êrîşan da 4 kes mirin û 16 kes jî birîndar ketin.
Koalisyona di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî da ji bo pêşiyê li hûsiyan bibire di 26ê adarê da bi navê "Bobelîska Biryardariyê" operasyon dabû destpêkirin. Li Yêmenê bi banga Serokomar Hadî va di 21ê nîsanê da operasyon hatibû dawîkirin û hatibû destnîşankirin ku ji bo gelê Yêmenê operasyona bi navê "Vegerîna li Hêviyê" dest pê kiriye.