HAKKARÎ
Yekîtiya Borse û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) û Odeya Ticaret û Pîşesaziyê ya Geverê alîkariya xurekê da 760 malbatî.
Serokê Odeya Ticaret û Pîşesaziyê ya Geverê Salih Ozdemir û endamên lijneya rêvebiriyê pakêtên alîkariyê dan mixtarê taxê û li welatiyên hewcedar hatin belakirin.
Ozdemir daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Mixtar malbatên hewcedar ji me baştir nas dikin. Ji ber vê jî me pakêtên alîkariyê dan mixtar û li malbatên feqîr tên belakirin."