ÎZMIR
Midûrê Giştî yê Rêhewaya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) Temel Kotîl diyar kir ku ji ber bûyerên terorê zirar negihîşt barkêşiya hewayê û wiha got: "Di hejmara rêwiyên ji Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê de tu kêmeasî çênebû."
Kotîl di daxuyaniya ku da nûçegihana AAyê de hêvî kir ku ev bûyerên terorî û pirsgirêkên diqewimin di demeke kurt de bên çareserkirin.
Midûrê Giştî yê THYê Kotîl destnîşan kir ku ji ber bûyerên terorê di seferên ji Balafirgeha Selehaddîn Eyyûbî ya li Yuksekovaya navçeya Hekariyê tên kirin de car caran dereng dikebin lê bi temamî nayên bettalkirin.Kotîl wiha dewam kir: "Me ji wê derê jî dest bi seferan kir. Hin caran dereng dikeve lê dîsa jî seferên li wê derê dewam dikin. Ji aliyê Îranê ve gelek rêwî tên. Bi taybetî ew herêm herêma ku Hekarî lê ye ji bo Tirkiyeyê û di hêla tûrîzm û bazirganiyê de gelek girîng e. Înşaallah ev pirsgirêk di demeke kurt de biqedin û hemû pirsgirêk bên çareserkirin."
Kotîl ragihand ku li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di hejmara rêwiyan de tu kêmasî tuneye û bi taybetî jî ji Diyarbekirê teleb pir zêdeye rojê 7-8 sefer ji wê derê tên kirin.