ANKARA
PKKya rêxistina terorê di 15ê tebaxa 1984an de li ser Erûh û Şemzînanê de girt û ji wê rojê heta niha PKKê bi tevahî 83 hezar û 500 êrîş kir. Piraniya wan ji herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jin, zarok û pitik jî di nav de bi tevahî 6 hezar û 741 welatî hatin kuştin û 14 hezar û 257 welatî jî birîndar bûn.
- Êrîşa ewil di sala 1984an de hat kirin
Di êrîşên PKKê yên li seranserê Tirkiyeyê qewimîn de gelel esker, polês û welatî hatin kuştin û êrîşa ewil di 15ê tebaxa sala 1984an de bi talîmata Abdullah Ocalan ve li Erûha navçeya Sêrtê û li Şemzînana navçeya Hekariyê pêk hat. Di wê êrîşê de Suleyman Aydin şehît bû û 9 esker û 3 sivîl jî birîndar bûn.
Pisporên ku li ser terorê lêkêlînan dikin diyar dikin ku di êrîşa ewil a PKKê li dar xist de mirina 3 sivîlan nîşan dide ku PKK bi armanca parastina mafên gelê kurd tevnagere û di êrîşên biçek, bombe, mayîn û gelek rêbazên din ve hatine lidarxistin de bi hezaran sivîl hatine kuştin û ev yek jî nîşan dide ku sivîl ji bo PKKê tucarê girîng nebûn.
Di qeydên hatine girtin de ji destpêkê heta niha gelek çalakiyên êrîşê yên ku li dijî sivîlan hatine kirin, eşkere ne. Ji êrîşa roja ewil heta niha di 83 hezar û 500 bûyerên êrîşê yên ku ji hêla PKKê ve hatine lidarxistin de jin, zarok û pitik jî di nav de bi tevahî 6 hezar û 741 welatî hatin kuştin û 14 hezar û 257 welatî jî birîndar bûn.
Çalakiyên ku PKKê di 31 salî de li dar xist û ji ser çapemeniya xwe jî eşkere kir û hilda ser stûyê xwe ev in:
"Di 22yê rêbendana 1987an de li Ortabaga gundê Uludereya navçeya Şirnaxê endamên PKKê di ser maleke ku dewet lê hebû de girt. Endamên PKKê derketin ser banê xanî û bombe avêtin nav dewetvanan di êrîşê de 2 jê zarok 4 jê jin 8 gundî hatin kuştin.
Milîtanên PKKê yên ku xwîn di çavê wan de hatibû li mezreya Gundukorteyê 2 jê pitik, 5 jê zarok, yek jê extiyar 10 kes kuştibûn û 10 kesî jî birîndar kiribûn.
Di 7ê adara 1987an de li Açikyola gundê Nisêbîna navçeya Mêrdînê 6 jê zarok 8 kes dan ber guleyan.
Endamên PKKê di 21ê gulana 1987an de jî bi şev li ser Yolçatiya gundê Liceya navçeya Diyarbekirê de girtin momesteyê gund Asim Ozden û meleyê gund Mehmet Bayram ji malên wan hildan û birin û gule berî wan dan.
PKKê di 12 hezîrana 1987an de jî ji bo ku nûçegihanê Rojnameya Milliyetê yê Dîcleyê Mehmet Çagdaş ji bo bikuje êrîş li dar xist lê di êrîşê de xwarziyê Çagdaç Yaşar Sabûrê ku hê 13 salî bû hat kuştin.
Li gundê Pinarcika Omerliya navçeya Mêrdînê ku piraniya şêniyên wê derê gundparêz bûn jî di 20 hezîrana sala 1987an de rastî êrîşa PKKê hatin û li wê derê 16 jê zarok 30 kes hatin kuştin.
Di 8ê tîrmeha sala 1987an de di êrîşên ku endamên PKKê li mezreya Haraberk û gundê Peçenekê yên li ser Mîdyada navçeya Mêrdînê ne li dar xist de jin û zarok jî di nav de 44 kes kuşt û 13 kes jî birîndar kir.
Endamên rêxistinê heman rojê li Peçeneka gundê Îdila navçeya Şirnaxê jî jin û zarok di nav de 16 kes dan ber guleyan.
- Fermana li mezra Mîlanê
Di 19ê tebaxa sala 1987an de endamên rêxistina terorê êrîş birin ser mezra Mîlanê û 2 pitikên ku yek jê 3 roj û ya din jî 6 rojî bû kuşt. Di heman êrîşê de 25 kes hatin kuştin û 34 kes jî birîndar bûn. Ji kesên ku mirin 14 kes hê jî nebûbûn 18 salî.
Di 21ê îlona 1987an de endamên PKKê girtin ser mezraya Çîftekavaka ku li ser Guneyceya gundê Şirnaxê, 2 jinên ducanî, 4 jê zarok bi tevahî 11 kesî kuştin û 2 kes jî birîndar kirin.
Di 10ê cotmeha sala 1987an de jî mezreya Çobandereya ser Sêrtê piraniya wan jê jin û zarok 13 kes kuşt û 9 kes jî giran birîndar kir.
Endamên rêxistina PKKê di 28ê adara 1988an de girtin ser Yagizoymak a gundê Şirnaxê 9 şivan kuştin û 350 mêşin jî bi derbeyên kêran mirar kirin.
Di 9ê gulana 1988an de jî li Behmena mezreya Taşkoyuya Nisêbîna navçeya Mêrdînê endamên rêxistina terorê girtin ser malekê û ji heman malbatê 8 jê zarok, 2 jê jin bi tevahî 11 kes kuştin û 2 kes jî birîndar kirin.
Di sermaweza 1988an de jî endamên PKKê girtin ser Sumera ku gundê Dargeçîta navçeya Mêrdînê û derdora lojmana mamosteyan girtin, 3 mamoste kuştin û mamostek jî birîndar kirin.
21ê adara 1990î de jî endamên PKKê rêya Elazig-Kovancilarê birîn û 9 endezyar û xebatkarê fîrmayê kuştin.
Ev êrîş û gelek ên din ên bi destê PKKê hatin kirin de bi hezaran sivîl mirin û bi deh hezaran jî sivîl birîndar bûn.
- Înfazên di nav rêxistinê de
Rêxistina terorê ya PKKê ji bilî kuştina sivîlan ji ber berjewendiyan di nav xwe de jî hin mensûbên xwe bi hinceta ku "xayîn", "ajan" in înfaz kir.
Hejmara wan kesên ku bi wî awayî hatine kuştin tam nayê zanîn lê Mehmet Turan, Murat Bayrakli, Zulfî Gok, Enver Ata, Îzzettîn Evcîl, Çetîn Gungor, Abdullah Kumral, Resul Altinok, Lamîa Baksî, parêzer Mahmut Bîlgîlî, Mehmet Tunç, Mustafa Omurcan û çar hevalên wî, Şahîn Donmez û Mehmet Çîmen di lîsteya PKKê de cih girtin û hatin înfazkirin.
- 22 hezar û 374 terorîst hatin kuştin
Li gor daneyên ewlehiyê yên ku nûçegihanê AAyê berhev kir hêzên ewlehiyê di têkoşîna li dijî PKKê ku ev 31 sal e li çar aliyê welêt didomîne de heta niha 22 hezar û 374 endamên rêxistina terorê ya PKKê ne kuşt û hezar û 480 endamên rêxistinê jî birîndar kir û girt.
Di operasyonên ku hêzên ewlehiyê li dar xistin de jî 48 hezar û 435 çekên giran, çekên lûledirêj û tiving, 79 hezar û 864 bombeyên dest, 43 hezar û 120 demançe û 5 milyon û 78 hezar û 652 gule hatin girtin.
Di têkoşîna ku hêzên ewlehiyê ev 31 sal e li hemberî PKKya rêxistina terorê didomîne de jî hezar û 466 jê gundparêz bi tevahî 7 hezar û 230 kesên ji hêzên ewlehiyê ne şehîd bûn û 21 hezar û 128 kes jî birîndar bûn.