WASHINGTON/DOHA/QAHIRE
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Qatar, Misir û Pakistanê êrîşa terorî ya ku li Sirûca navçeya Rihayê qewimî û bû sedema mirina 31 kesî, şermezar kir.
Wezareta Karên Derve yê DYAyê êrîşa li Sirûcê şermezar kir, berdevkê wezaretê John Kîrby der heqê êrîşê de danezana çapemeniyê û diyar kir ku DYA êrîşa ku li Sirûcê qewimî bi dehan kes tê de hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn, şermezar dike.
Kîrby got: "Serê malbatan sax be û em hêvî dikin ku yên birîndar jî di demeke kurt de baş bibin û rabin ser xwe. Piştgiriya ku DYA dide Tirkiyeya him di têkoşîna li dijî DAEŞê de şirîkê me ye û him jî endamê NATOyê ye wê bidome."
Ji Qatar û Misrê jî şermezarî
Di nav welatên ereban de Qatar û Misra ku ew jî li Rojhilata Navîn xwediyê rolekê ne êrîşa ku li Sirûcê qewimî şermezar kir.
Wezareta Karên Derve yê Qatarê ji ber êrîşa terorî daxuyanî weşand û ragihand ku Doha wê êrîşa "sûcdar" red dike û "bi tundî" jî şermezar dike. Qatar li hemberî çalakiyên ku pê tê xwestin ewlehî tevlihev û serobin bibe disekine û di tewdîrên ewlehiyê yên ku Tirkiye ji bo rê li ber tiştên wiha bigire de jî amade ye piştgiriyê bide.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Misrê Bedr Evdilatî jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku Misir hemû çalakiyên terorî yên ku li kê dera dinyayê dibe bila be diqewimin û dibin sedema mirina merivên mesûm şermezar dike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Misir ji hemû welatên dinyayê dixwaze ku ji bo qira terorê bê divê piştgiriyê bidin hev û bi sekneke xurt û net li dijî terorê bisekinin."
Pakistanê jî daxuyanî da
Der heqê êrîşa terorî ya ku li Sirûcê qewimî de Wezareta Karên Derve yê Pakistanê jî ji bo şermezarkirinê daxuyanî da û ragihand ew li dijî her formê terorî ne. Daxuyaniyê bi van hevokan dewam kir: "Em êrîşa terorî ya li Sirûca navçeya Rihaya Tirkiyeyê ku em ji xwe re wek bira dihesibînin qewimî ji bi tundî şermezar dikin."