Elif Orhan
23 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
HEWLÊR
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.
Çavuşogluyê ku hat Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê (HKI) li Qesra Serokatiyê ya li bajaroka Selahaddînê (Pîrmam) bi Barzanî re hevdîtineke ji çapemeniyê re girtî kir.
Serokê Dîwana Serokatiyê yê HKIê Fûad Hisên, Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sîncarî û Berpirsê Têkiliyên Derve Felah Mistefa beşdarî hevdîtinê bûn.
Hat diyarkirin ku Çavuşoglu dê piştî civîna bi Barzanî re serokê Partiya Civaka Îslamî (Komel) Elî Bapîr re jî bê bal hev.
Tê payîn ku Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu piştî têkiliyên xwe yên li bajêr ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ber bi Tirkiyeyê ve derkeve rê.
Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta Iraqê de duh şev hatibû Iraqê û pêşî bi hemtayê xwe Îbrahîm Caferî re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistibû pişt re jî bi Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm, Serokwezîr Heyder el-Îbadî, Serokê Parlementoyê Selîm Cûbûrî û rayedarên tirkmen re hatibû bal hev.