03 Nîsan 2016•Rojanekirin: 04 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyonên ku dewam dikin de cebilxaneya teqemenî û muhîmatan ya rêxistina terorê PKKê hat îmhekirin.
Li navçeya operasyona ku ji bo çal bên girtin, barîkat bên rakirin û teqemeniyên bi destan hatine çêkirin bên îmhekirin, dewam dikin.
Li taxên Eskî Kişla, Mezarlik, Orman, Yenî, Yeşîldere, Cumhuriyet, Gungor, Dîze û Esentepeyê di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de car caran pevçûn çêdibin.
Depoya teqemenî û muhîmatan hat dîtin
Hêzên ewlehiyê li taxa Eskî Kişlayê depoyek tespît kir û ketin hundir. Di depoyê de gelek muhîmat, dokumanên rêxistînî, mekanîzmayeke bombayê ya ku 20 kîlo teqemeniya bidestan ve hatiye çêkirin dîtin.
Bombe ji hêla pisporan ve hat îmhakirin û kêliya teqînê bi kamereyê hat qeydkirin.
Li herêmên din yên ku endamên PKKê lê hatin kuştin jî 2 tivîngên piyade yên keleş, 2 şarjorên vê tivingê, 3 hezar guleyên çêkên ji hev cudatir, xwarin û tiştên din hatin bidestxistin.
Barîkat hatin rakirin û çal hatin girtin
Di operasyonan de 150 teqemeniyên bidestan hatine çêkirin, hatin îmhekirin. Li van herêman 57 çal hatin girtin, 110 barîkatên bi mekanîzmaya bombeyan ve hatine amadekirin jî hatin rakirin.
Ji 13ê adarê vir ve di operasyonan de 130 terorîst hatin kuştin.