Buğrahan Ayhan
27 Mijdar 2023•Rojanekirin: 28 Mijdar 2023
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku di operasyonên dijî rêxistina terorê "Qehreman-30"yan da 63 sitargeh, şikeft û depo hatin îmhakirin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand terorîst ji bo ku zivistanê çalakiyan bikin di şikeft û sitargehan da çek û muhîmatan vedişêrin.
Wezîr Yerlîkaya got di operasyonên "Qehreman-30" yên li 6 bajaran dijî van terorîstan hatin kirin da 63 sitargeh, şikeft û depo hatin îmhakirin û wiha dewam kir: "Em şikeftên terorîstan li ser serê wan da hildiweşînin û emê hilweşînin jî. Firokeyên J-SÎHA û ATAKê jî piştgirî dan operasyonên ku li Şirnex, Sêrt, Kahramanmaraş, Diyarbekir, Mûş û Tunceliyê hatin kirin."
Yerlîkaya bi hurgilî behsa çek, muhîmat û melzemeyên hatine îmhakirin kir û anî ziman ku heta yek terorîstek jî nemîne ewê bibiryar operasyonan bidomînin.