21 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
DIYARBAKIR
Lêpirsîna der heqê bûyera ku li Baxlara navçeya Diyarbekirê qewimî ku endamên PKKya rêxistina terorê ji bodrima avahiya li kêleka avahiyeke Midûriyeta Ewlehiyê ya Diyarbekirê di tunêla ku kolabûn da teqemenî bi cî kiribûn û yek jê polês 3 personelên ewlehiyê şehîd ketibûn hat temamkirin û ji bona 2 gumanbarên dozê cezayê muebetê yê 4 caran girankirî û heta 6 hezar û 37 salî cezayê hepsê tê xwestin.
Îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya 96 rûpelî ku der heqê Mehmet Onur û Mehmet Huseyîn Maralê bersûcên girtî da hat amadekirin li Dadgeha Cezayê Giran ya 10emîn hat qebûlkirin.
Di îdianameyê da hat destnîşankirin 11ê Nîsana 2017an li Baxlara navçeya Diyarbekirê li avahiya temîrkirina wesaîtan ya Midûriyeta Ewlehiyê teqîn çêbûye û ji ber teqînê di nav avahiyê da çaleke 8-10 mêtro kûr û 15-20 mêtro fireh çêbûye.
Di îdianameyê da xeberdana di navbera Mehmet Onur û Hîva Yuksekbag bi nasnavê "Zinar" ku bersûca firar ya dozê ye û beriya êrîşê kirine cî digire ku Hîva Yuksekbag depoya tunêl lê hatiye kolan kirê kiriye.
Li gor îfadeyên ji bona bi kadroyên çiyê yên PKKyê ra biaxivin tevî Yuksekbagê diçin dorbera Liceyê û Yuksekbag bi endamên rêxistinê yên bi nasnavê "Dijwar" û "Eylul" ra dipeyive.
Di îdianameyê da ji bona 2 gumanbarên dozê cezayê muebetê yê 4 caran girankirî û heta 6 hezar û 37 salî cezayê hepsê tê xwestin.