AGIRÎ
Li Avkevira navçeya Agiriyê ji ber hewaya sar seranserê ser Çemê Avkevirê cemed girt.
Hewaya sar a ku li çar aliyê welêt bi tesîr e û li Agiriyê jî ji bo jiyanê dibe sedema tengasiyan. Li gor daneyên Meteorolojiyê germahiya hewayê di bin sifirê de daket 29 pileyan û ji ber vê seqemê seranserê ser Çemê Avkerê cemed girt û qerisî.
Çemê ku cemed girtibû ji bo ziyaretvanan dîmenên gelek xweş raxist pêş çavan.
Ji welatiyan Servet Denîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ji ber hewaya sar çemê ku di taxa me de derbas dibe cemed girt. Ji bo avdanê me mêşinên xwe dianîn ser vî çemê hanê lê ji ber ku qerisiye ezê avê ji heywanên xwe re bibim gomê. Çem hetanî meha nîsanê wiha bi cemed dimîne."