ŞANLIURFA
Cinazeyê Zahîn Kurdî, keça wê ya 2 salî Aylan û kurê wê yê 3 salî Galîb Kurdî anîn Şanliurfayê.
Evdila Kurdiyê ku ji xeniqandinê xilas bû, cinazeyê keça xwe Aylanê ku cinazeyê wê li qiraxê xistibû û hatibû rojevê, kurê xwe Galîb û xanima xwe Zahînê bi teyarê anî Şanliurfayê.
Cinazeyan peyra birin Sirûcê.
Parlementerê Şanliurfayê yê AK Partiyê Mazhar Bagli, Parlementerê Muglayê yê AK Partiyê Hasan Kokten û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu jî çûn Sirûcê.
Rayedarên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxweyî û psîkologek jî bi Kurdî ra çûn.
Cinazeyan wê ji bo veşêrin bibin Kobanêya Sûriyeyê.
Li Bodrumê keleka ku penaber tê da bûn binav bûbû û Zahîn Kurdî, keça wê ya 2 salî Aylan û kurê wê yê 3 salî Galîb Kurdî jî di nav da 9 kes xeniqîbûn.