MUŞ
Li Mûşê teqemeniya ku PKKa rêxistina terorê li menfezê bi cî kiribû, dema ku wesayîta eskerî derbas dibû dan teqandin. Di encama teqînê de 6 esker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin terorîstan li menfeza nêzî Bakimeviyê ya Rêbejan a li rêbeja Mûş-Bulanixê teqemenî bi cî kirin û vê teqemeniyê jî dema ku wesayîta leşkerî derbas dibû dan teqandin.
Wesayîta bizirx ji ber teqînê welgeriya û 6 leşkerên di wesayîtê de birîndar bûn. Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Ji bo ku terorîst bên girtin li herêmê operasyon dan destpêkirin.