Kiliçdaroglu di civîna Koma partiya xwe ya li TBMMyê de der barê rojevê de axivî.
Di destpêka axaftina xwe de der barê êrîşa ku lê hat kirin de axivî û bang li herkesî kir da ku bêhnfireh bin. Kiliçdaroglu wiha got: "Di rêya demokrasiyê de gelek asteng hene. Ev êrîşa ewil nîne ku li serokê CHPyê tê kirin. Êrîş biribûn li ser Îsmet Înonuyê rehmetî jî, ew dabûne ber keviran û serê wî şkandibûn. Lê belê tenê armanceke me heye; an emê demokrasiyeke pak bînin vê welatê an jî emê bînin. Zext û tundî nikare me ji rêya me vegerîne. Em ji çandeke wisan tên ku me tu wextî li hemberî tu kesî stûyê xwe qûz nekiriye û em ji kevneşopiyeke wisa tên ku me li hemberî 7 doalan têkoşîn daye. Hema wisa kesekê kulmekî bavêje me û emê jî xwe paşve bikşînin... Na! Emê tu wextî xwe paşve nekşînin. Emê tu wextî şika xwe ji qeneet û baweriya xwe neynin."
Kiliçdaroglu encamên hilbijartinên herêmî jî nirxand û got ku em wekî CHP gelekî xebitîn.
Kiliçdaroglu daxuyan ku çi dengê xwe dabe CHPyê û çi jî dengê xwe nedabe CHPyê ez spasiya hemû welatiyên ku çûn li ser sîndoqan û dengê xwe dan dikim.