Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşa li ser Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû li Meclîsê pirsan bersivand dawiyê jî bi têlefonê li Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû geriya, got derbasî be.
Serokwezîr Erdogan li TBMMyê bersiva pisên rojnamevanan da.
Ji Erdogan der barê êrîşa li ser Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû de pirs pirsîn. Erdogan li ser vê yekê got "Niha agahiyên curbicur tên. Jixwe koma me daxuyaniya ku hewce dike dê bide. Ez jî dê bêhnek din telefonî wî bikim û bibêjimê ku derbasî be."
Erdogan got ku der barê nasnameya êrîşker de jî agahiyên cuda digihêjin me û wiha axivî: "Niha navên cuda dan me, niha navek din dan û gotin ku li navçeya Altindagê rûdinê. Niha dibêjin ku navê wî Orhan e, berê navek din gotibûn. Tabî niha teşkîlata me lêkolîn û lêgerîna xwe berdewam dike."
Ji Serokwezîr Erdogan pirsîn ku êrîşê çawa dinirxîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev rewşên wiha di nav sîstemên parlementer ên demokratîk de divê tu carî neyên kirin. Ne gengaz e ku mirov van qebûl bike. Em hewldanên wiha bi tundî şermezar dikin.Tabî ya hewce çi ye divê teqez bê kirin. Ez ji bo vê dibêjime Birêz Kiliçdaroglû ku derbasî be. Her wiha ez dê telefonî wî bikim û bibêjimê derbasî be."
Rojnamevanekî gote Erdogan ku "Gotinên we yên wekî 'serokomara ku xwêdan dide' wek nîşaneyek hat dîtin. 'Ji niha pê de dê pêvajo biguhere, dê şûna serokomarê protokolê dê serokomarê çalak û dixebite bê' Ev gotinên we wisa hat şîrovekirin ku êdî fikrên we diyartirin." Erdogan li ser van gotinan got ku "Em van bihêlin teqdîra gelê xwe."
Serokwezîr Erdogan piştî bersiva pisên rojnamevanan bi têlefonê li Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû geriya û got derbasî be. Erdogan got ku ji ber êrîşê ew gelek xemgînin, êrîşê şermezar dikin û êrîşîn bi vî şiklî tu caran teswîp nakin.