Abdullah Tel
27 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2020
Dildarên Navenda Ciwaniyê ya Tetwanê dîwarên pol û dibistanên li navçeyê bi resman dixemilînin.
Ciwanên dildar li gor daxwazê diçin dîwarên dibistanên li navçe û gundên ser navçeyê ne resman çêdikin.
Midûrê Spor û Ciwaniyê ya Bitlîsê Bîlal Elkatmiş diyar kir ku di nav xebatên navenda ciwaniyê da xemilandina dîwarên dibistanan jî heye û got ku li ser daxwaza rêvebirên dibistanan ciwanên dildar dest bi kar dikin û wiha pê da çû: "Ciwanên me di her qadê da kar û xebatên bi kêr dibin serî. Di nav wan xebatan da xemilandina dîwarên dibistanan jî heye. Ciwanên me xebatên hunerî yên gelek xweş çêdikin û li ser daxwazan jî baxçeyên hin dibistanan dixemilînin û li ser dîwarên wan jî resman çêdikin."