Ahmet Aydın
12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
ŞIRNAK
Cizîra navçeya Şirnexê wê bi pûlên ku li serê cihên dîrokî û geştiyarî hene bê nasandin.
Qaymeqamtiya Cizîrê bi hevkarî digel Midûriyeta Giştî ya PTTê bi mebesta nasandina navçeyê pûlên ku li serê wêneyên cihên dîrokî û geştiyarî yên weke Medreseya Sor, Mizgefta Mezin, Avahiya Qişleya Hemîdiyê, Birca Belek, Mizgefta Nebî Nûh, Seata Fîlê ya Ebû el-Îz el-Cizîrî û Medreseya Mîr Evdal, hene çap kirin.

Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur di daxuyaniyeke xwe de, anî ziman ku wê ev proje ji bo nasandina navçeyê gelekî baş be.

Adanur destnîşan kir ku bi wan pûlên ku çap kirine, wê dîmenên derbarê Cizîrê bi rêya postê bigihînin hemî aliyekî Tirkiyeyê û gelek cihênn dinyayê û got, "Bi mebesta ku em Cizîra xwe ya bajarê kevnare di hemî warî de bidin nasandin em her hewlê didin."