AGRI
Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Bajarê Agiriyê ji bo ku heywandariyê hîn bibin 10 cotkar şandin Bûrsayê. Cotkaran li vê derê dest bi perwerdehiya xwe kir û agahiyên ku ji bo xwedîkirina heywanan lazim in hîn dibin. Tiştên ku hîn dibin jî ji bo ku di heşê wan de bimîne û ji bîr nekin li ser heywanan bi kar tînin.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê bajêr Murat Demîrkiran der barê perwerdehiya cotkaran de daxuyanî da nûçegîhanê AAyê.
Demîrkiran diyar kir ku li bajarê Agiriyê welatî debara xwe bi çandinî û heywandariyê dikin û wiha dewam kir:
"Li Agiriyê ji bo ku çandinî û heywandarî bi awayekî baştir bê kirin û pêşve biçe em di vê hêlê de hin xebatan dikin. Ji van xebatan yek jî di çarçoveya plana GAPê de sermayedanînên li ser heywandariyê zêde kirine. Bi taybetî jî ji bo heywanên doşanî. Niha me dest bi xebatekê kiriye. Di çarçoveya vê xebatê de me 10 cotkarên xwe şandin Bûrsayê. Ji bo ku heywandariyê baş hîn bibin û ji heywanên xwe xêr û bêrê zêdetir bibînin niha li wê derê di vê hêlê gelek tiştan hîn dibin. Em dixwazin ku cotkarên me zana bin, lewra bi vê sayê çandinî û heywandarî jî dê hê baş pêş ve biçe."