MUGLA
Li navçeya Marmarîsê şiliyê şeva din dest pê kir û berî sibê gûr bû. Şilî car caran bû zîpik. Zîpika bi qasî gûzan mezin, zirar da erebeyan. Ji ber şiliyê hin rê û Sûka Sergirtî bin avê de ma. Tîmên şaredariyê ji bo ku qenalên xitimî yên ava baranê vekin xebitîn. Esnaf jî ji bo ku av nekeve dikanên wan, bi paspasan av paqij kirin.
Rayedarên Midûriya Meteorolojiyê yên Marmarîsê dan zanîn ku tê payîn şilî heta roja sêşemê berdewam bike.