Elif Orhan
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
ANKARA
Piştî Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ku bi seroktiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin danezanek hat belavkirin.
Di danezanê de hat diyarkirin ku di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî de bi berfirehî li ser geşedanên girîng ên navxweyî û derve yên ku ewlehiya welêt eleqedar dikin, tevdîrên ku hêzên ewlehiyê ji bo nîzam û ewlehiya kamûyê, dijî teşebûsên der barê xirakirina yekîtî û bihevrebûnê hatin sitandin sekinîn.
Di danezanê de hat destnîşankirin ku di vê çarçoveyê de li nav welêt û derveyî welêt di serî de FETO/PDY, PKK/PYD-YPG û DEAŞ operasyonên ku dijî hemû rêxistinên terorê serkeftî tên kirin dê bi heman ezm û biryardariyê dewam bikin û nirxandina "Ev operasyonên ku dê heta ku hemû tehdîdên terorê yên ser Tirkiyeyê ji holê bên rakirin, dê bi derfetên dîplomasiyê piştgirî bidinê û ji bo ku di wadeya kurt û nîvendî de bigihêje encamên berbiçav pêngavên hewce dê behemehal bên avêtin."
Di danezanê de her wiha hat destnîşankirin ku divê welatên ku eşkereyî yan jî veşartî piştgiriyê didin rêxistinên terorê yên proje bêyî ku di nav rêxistinên terorê de cudatiyê bikin li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin.
- "Tirkiye dê ji niha pê ve jî xwedî li doza Filistînê derkeve"
Di danezanê de hat ragihandin ku bi berfirehî li ser bûyerên wehîm ên ku li Filistînê diqewimin, geşedanên dawîn ên ku qudsiyet û statuya Filistînê xira dikin sekinîn û wiha hat gotin:
"Qetlîama ku bû sedema mirina bi dehan Filistîniyên mesûm ên ku tenê li mafên xwe yên mirovî û hiqûqî digeriyan û birîndarbûna bi hezaran Filistîniyê hat şermezarkirin û her cure teşebûsên ku bingeha aştiyê ya ku xwe dispêre çareseriya dudewletî ya avakirina dewleta Filistînê ya ku paytextê wê Quds e tehrîb dikin bi tundî hatin şermezarkirin.
Hat teyîtkirin ku Tirkiye dê her dem û li her qadê xwedî li doza Filistînê derkeve, ev piştgirî dê di heyama pêşiya me de jî di serî de Neteweyên Yekbûyî û Teşkîlata Hevkariya Îslamê dê li hemû platformên navneteweyî bê berdewamkirin."
- "Der barê tevdîrên ku ji bo hilbijartinê hatin sitandin de agahî pêşkêşî Lijneyê kirin"
Di danezanê de hat diyarkirin ku Tirkiye her dem li gel aştî û îstiqrarê ye û hat diyarkirin ku di serî de biryara Neteweyên Yekbûyî û normên hiqûqa navneteweyî girêdayî peymanên dualî ye, hember maf û berjewendiyên hemû welatan rêz digire û ev yek jî bi taybetî hat destnîşankirin.
Di danezanê de hat gotin ku Tirkiyeyê biryardariya xwe ya ji bo parastina maf û berjewendiyên xwe yên li bejayê, behrê û asîmanî bi wayekî xurt beyan kir û wiha hat gotin:
"Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku fîtkirinên li Ege û Behra Spî ya rojhilat de dê bikaranîna mafên ji ber peymanên navneteweyî çêbûn de ji bo ku heta dawiyê bi kar bîne dudil nebin.
Hat diyarkirin ku divê welatên ku aliyê mijara Sûriyeyê ne ji bo ku pêşî aştî û aramî bê pêkanîn û dawî li êşên mirovî bê berpirsyariyên xwe bi cî bîne û geşedanên li Iraqê jî ji nêz ve tên şopandin."
Di danezanê de hat ragihandin ku der barê revdîrên ku ji bo hilbijartina serokomariyê ya ku dê di 24ê hezîranê de bê kirin û Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 27emîn di nav atmosferekî aram û ewle de bê kirin hatin sitandin de agahî dan Lijneyê.