Abdullah Tel
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
ŞIRNAK
Komeleya Alîkariya Mirovî ya Heq û Azadiyên Mirovan (ÎHH) a Şirnexê pakêtên tê da xurek hebûn da 2 hezar malbatên li bajêr dijîn.
Teşkîlata Hevkariya Îslamî di sala 2013an da biryar da ku bila her sal roja 15ê meha remezanê wek Roja Sêwiyan a Dinyayê bê qebûlkirin û biryar ji sala 2013an vir va tê sepandin. ÎHH jî wek kevneşopî her sal di wê wextê da alîkariyê belav dike û şaxa Şirnexê jî bi pakêtên belav kir va kêfa 2 hezar malbatî anî cih.
Serokê Şaxê Serdar Tayar got ku ew sêwiyan wek emanetên Hezretî Mihemed Pêxember dibînin û wiha pê da çû: "Alîkariyên me bi munasebeta Roja Sêwiyan a Dinyayê li hemû navçeyan hatin belavkirin û niyeta me ew e ku di eydê da jî em ji 500 sêwiyên xwe ra cil û bergan bistînin."
Saliha Sanir a pakêta alîkariyê hilda got ku 5 sêwiyên wê hene û ji bo alîkariyê spas kir.